Li Çêrmûga Dîyarbekirê wesayît gêrê şerempolê bû: 1 mirî, 1 birîndar

Li navçeya Çêrmûga Dîyarbekirê wesayîta ku mirovên ji şînê vedigerîyan di nav de bûn gêrê şerempolê bû, di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest da, kesek jî birîndar bû.

Qeza, li Taxa Bîntaşa Çêrmûkê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta ku di bin îdareya B.C. de bû, dema ku li Taxa Bîntaşê ji şînekî xizmên xwe vedigerîyan, ji ber ku şofêrê wesayîtê hakimîyeta dîreksîyonê kir wesayît gêrê şerempolê bû û qeza pêk hat.

Di encama qezayê de B.C. canê xwe ji dest da û N.K. jî birîndar bû.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cendermeyê hatin sewqkirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 45 hezar û 936an https://ilkha.com/kurdi/cihan/hejmara-sehîdên-li-xezzeyê-derket-45-hezar-û-9
Karwana Hêvîyê ya li Mêrdînê goştê sor belav kir
20 xwendekar bi sivikî birîndar bûn
UNRWA: Nexweşxaneyên li Xezzeyê li ber mirinê ne
Parlamenterê HUDA PARê Demîr, li Stenbolê beşdarî fûara xalîyan bû