Li Edeneyê qeza: 1 mirî, 3 birîndar

Li Edeneyê du wesayît û motorbisiqletek li hev qelibîn, di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da, 3 kes jî birîndar bûn.

Qeza, li navçeya Sariçama navend pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta ku navê şofêrê wî nehat hînbûn, li Taxa Mustafalarê ji rê derket û li barîyeran qelibî.

Motorbisiqleta ku li ser du kes hebûn jî ji ber ku li wesayîtê neqelibe rêya xwe guhart û şimitî.

Ji motorbisiqleta ku xebat dihat kirin ji nav rê bê derxistin re jî wesayîtekî dinê qelibî.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da, 3 kes jî birîndar bûn.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Tanzanyayê ji ber hilweşîna avahiyekê hejmara miriyan derket 20an
Weqfa Êtîman ji bo Xezzeyê li Gûmûşxaneyê kermesek vekir
HAMAS: Qetlîama Beyt Lahîyeyê encama biryara vetoyê ya Emrîkayê ye
HAMAS: Heta ku herb neyê sekinandin wê pevguhertina êsîran neyê kirin
Li Îzmîrê êrîş li polêsan hat kirin: 3 birîndar