Li Efrîqayê vîrûsa sorika meymunê

Navenda Pêşgirtin û Kontrola Nexweşîna Efrîqayê (Afrika CDC), ji ber weqayên vîrûsa sorika meymunê li giştîyê bendê “Rewşa acil a tenduristîya xelkê” îlan kir.

Hat diyarkirin ku li giştîyê Efrîqayê di 18 welatan de weqayên vîrûsa sorika meymunê hat dîtin. Li giştîyê bendê, li gorî par ji sedî 160 zêdebûnek heye.

Dîrektorê Giştî yê Africa CDCyê Jean Kaseya weha daxuyand, “Em sazîyên xwe, îrada xwe ya kolektîf, çavkanîyên xwe bi lez û bi qerarî ji bona ku dest bi kar bikin îro ji bo ewlehîya benda xwe rewşa acîl a tenduristîya xelkê îlan dikin.”

Hat diyarkirin ku ji Efrîqayê re 10 milyon doz vaksîn hewceye encax ji van jî 200 hezar doz mewcud e.

Kaseya weha got, “Di sala 2024an de me bi 3 milyon dozê dest pê kir û ji bona li Efrîqayê 10 milyon doz temîn bikin planên me hene.”

CDC, di rapora îsalê de îfade kir ku heta niha 15 hezar weqa hatîye dîtin û ji wan jî 461 kes mirine. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 45 hezar û 436an
Ambûlans û qamyonet li hev qelibîn: 7 birîndar
Şehîd Abdullah Denîz li ser gora xwe hat yadkirin
TESSEPê ji bernameya “Banga nixumandinê” re bangewazî kir
Li Qonyeyê qezaya trafîkê: 5 birîndar