Hat ragihandin di êrîşa bombeyî ya ku li Kabîla paytexta Efxanistanê hat lidarxistin de herî kêm 16 kes jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 100 kesan jî birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin êrîş bi traktora bombebarkirî li herêma ku lê sefaretxaneya Amerîkayê hebû pêk hatiye. Tê diyarkirin piştî êrîşê di navbera hêzên Efxan û êrîşkaran de pevçûna çekdarî derketiye û di pevçûnê de 5 kesên êrîşkar hatine kuştin.
Êrîşa ku ji teref Talîbanê ve li ser xwe hat girtin
Derbarê mijarê de ji teref Berdevkê Talîbanê Zebîhullah Mucahîd ve daxuyanîyek hat belavkirin. Mucahîd di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir êrîş ji teref wan ve ji bo sîwîlên ku di êrîşên Amerîka de hatine kuştin hatiye kirin.
ÎLKHA