Li Efxenistanê di mezinahîya 6,5an de erdhej pêk hat

Li rojavayê Efxenistanê di mezinahîya 6,5an de erdhejek pêk hat.

Piştî erdhejê derheqê erdhejê de di alîyê ziyanî canî an jî maddî de ti agahîyek nehat belavkirin.

Hat destnîşankirin ku erdhej 10 kîlometre di bin erdê de pêk hat.

Li wîlayeta Herata Efxenistanê di 7ê Cotmehê de di mezinahîya 6,3, 5,5, 6,3, 5,9 û 4an de erdhejan pêk hatibûn.

Di 11ê Cotmehê de jî di mezinahîya 6,3 û 5an de du erdhejên dinê pêk hatin.

Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê, daxuyandibû ku di encama erdhejan de heta niha nêzê 2 hezar û 500 kesan wefat kirine, bi hezaran kes jî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin
Li peravên Çeneqqeleyê 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin