Li Efxanistanê îstîlaya kulîya

Li bakurê Efxanistanê kulîyan îstîlaya bi hezaran dekar herêmê kirin.

Li gundê Kandalîya ku li wîlayeta Belha bakurê Efxenistanê ye bi hezaran dekar herêm dûçarê îstîlaya kulîyan bû.

Kulîyên ku erdan îstîla kirin, ji berhêman re zerarê didin.

Gundîyan, ji bona ku xwe û erdên xwe ji îstîlaya kulîyên Fasê yên ew kulîyên herî talûkene xelas bikin dixebitin.

Ofîsa Bernameya Çandî û Xwarinê yê Neteweyên Yekbûyî, destnîşan kir ku van kulîyan dema ku dikevin nav erdekî di nav wê erdê de çi berhem hebin dixwin û hêkên xwe jî li wê derê dikin û dihêlên, ev tişt jî ji bo cotkaran salên pêş gelek zehmetîyê dide kişandin çimkî ew ê salên pêş dîsa îstîlaya kulîyan çêbibe.

Ofîsa Bernameya Çandî û Xwarinê yê Neteweyên Yekbûyî, diyar kir ku îstîlaya kulîyan dikare 1.2 milyon ton genim biqedîne, ev jî ji bo Efxenistanê îsal ji berhemên wî 4an yek e. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin
Li peravên Çeneqqeleyê 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin