Li Efxenistanê lehî: 36 mirî

Di lehîya ku li rojavaya Efxenistanê pêk hat de hejmarê mirîyan derket 36an, hejmarê birîndaran jî derket 40 kesan.

Berdevkê Sazîya Afeta Netewî ya Efxenistanê Abdullah Can Saîq, daxuyand ku piranîya wî li Farahê bi tevî wîlayetên Qendaxar û Helmandê 36 kesan canê xwe ji dest dan, 40 kes jî birîndar bûn.

Saîq, destnîşan kir ku 240 xanî bi temamî xera bûn, 61 xanî xesarê dîtin û bi sedan donim erd jî di bin avê de man, “Ji herêmên ku ji baranê tesîrdar bûn re ekîb hatin şandin û bi hevkarîya sazîyên civaka sivîl lêgerîn berdewam dike. Li hinek herêman ji ber berfê rê hatine girtin lê Wezareta Îskanê ji bona ku rê bêne vebikirin jî xebatan dike.”

Serwîsa Meteorolojîyê, ji bo 32 wîlayetan hişyarîya lehîyê kiribû. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Şirnexê xebat ji bo vekirina rêyên gundan ên ku ji ber berfê girtî bûn, berdewam dike
Ji 3 hezarî zêdetir dar hatin qutkirin
Nan û xwarina germ belav kir
3 wesayît bûn xwelî
Wê li giştîyê welat şilî tinebe