Li herêma Guayas a Ekvadorê pira daleqandî ya li ser Çemê Magro hilweşiya.
4 tir, wesayîtek û 2 motorsîkletên li ser pirê ketin avê.
Sekreteryaya Rêvebiriya Rîskê ya Neteweyî (SNGR) ragihand ku cesedê 4 kesan hatiye dîtin û ekîbên xelaskirinê ji bo 1 kesê winda jî xebatên xwe didomînin.
Sedema hilweşîna pirê hêj nayê zanîn.
Sekreteriya Rêvebiriya Rîskê ragihand ku li giştîyê welat ji ber barîna baranê ji ber lehiyê û hezazê 45 pir zirar dîtine û herî kêm 20 kesan canê xwe ji dest dane. (ÎLKHA)