Li Êlihê bernameya fînalê ya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e” hat tertîpkirin

Ji bernameya fînalê ya perwerdehîya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e” ku ji teref Platforma Nesla Quranê ve ji bo 15 rojan hatibû dayîn re, bi hezaran zarok beşdarî bûn û atmosfereke menewî û coş û beş derket holê.

Ji teref Platforma Nesla Quranê ve ji bo zarokên di navbera 7-10 salî de ne re ev bû du hefteye bi şîara “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e” perwerdehîya nimêjê dihat dayîn, fînala perwerdehîyê hat tertîpkirin.

Li bajêr ji 100î zêdetir cîhan, zarokên qîzîn û lawîn bi tevî malbatên xwe beşdarî bernameyê bûn û heta cîhê ku bername tê tertîpkirin meşîyan.

Di dema meşê de pankartên ku li ser “Azan banga herî xweşik e”, “Nimêj min rast bike”, “Silav ji zarokên Xezzeyê re”, “Ew ê ev nesil Qudsê azad bike” dihatin nivîsandin di destê zarokan de bûn û zarokan jî tim û tim siloganên wek “Nimêj Stûna Dîn e”, “Nimêj Kilîda Cennetê ye” digotin.

Ji fînala bernameya ku li Camîya Kullîyeya Esentepe Necat Nasiroglu hat tertîpkirin re; Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli, temsîlkarên STKyan, malbat û zarokên ku hînê nimêjê bûbûn beşdarî bûn. Zarokên ku ev bû du hefteye perwerdehîya nimêjê didîtin îfade kirin ku ew di vê demê de gelek kêfxweş bûne û gelek feydeya vê perwerdehîyê ji wan re çêbûye, hat xwestin ku bila ev bername di nav salê de carekî tenê neyê kirin.

Ramanli di bernameyê de diyarîyên zarokan da wan û ji wan re tewsîyeyan da.

Pêşkêşvanîya bernameyê ji teref Halît Coşkun ve hat kirin û bername bi xwendina Quranê ve hat dest pê kirin.

Endamê Îttîhadul Ulemayê mele Nezîr Ozdemîr di bernameyê de axavtinek kir.

“Di roja Qîyametê de pirsa ewil a ku ji Misilmanan re bê pirsîn nimêj e”

Ozdemîr bal kişand ku nîmet şikrê dixwaze, şikra herî xweşik jî bi nimêjê dibe, “Em hemûyan hedîsa ‘Nimêj stûna dîn e’ dizanin. Hinek mifessîran jî derheqê ayeta ‘Ji min re û ji dê û bavê xwe re şikrê bike’ ku di Sûreya Loqmanê de derbas dibe de dibêjin ku ew şikr 5 wext nimêj e. Dîsa di roja Qîyametê de pirsa ewil a ku ji Misilmanan re bê pirsîn nimêj e. Pêxemberê me weha dibêje, ‘Yê ku hesabê wî yê nimêj bi rehetî derbas dibe ew ê hesabên wî yên dinê jî rehet derbas bibin’”

“Terka nimêjê, ketina nav agirê cehennemê ye”

Ozdemîr weha berdewam kir, “Dema ku em vê ayeta ku dibêje ‘Min û yên ku ji ûcaxê min werin ji wan mirovên ku nimêjên xwe dikin bike’ di jîyana xwe de bidin jîyandin, ew ê wê nimêjê bibe wesîleya xelasbûna ji cehennemê bi îzna Xwedê. Dîsa weka ku em ji vê ayetê jî fêhm dikin ku di ayetê de dibêje ‘Yê ku we kirîye nav vê agirê cehennemê çî ye? Ew jî ewakî bersivê didin: Em ji wan kesên ku nimêjê nedikirin bûn.’ terka nimêjê xwe avêtina nav agirê cehennemê ye. Bi vê wesîleyê şîret û tewsîyeyên me yên ji zarok û malbatan re ev e ku nimêjê wek qanûna jîyanê bibînin û ev îbadeta bibereket di her wextê rojê de di hişê xwe de bigrin. Rebbê min bila ji van zarokên ku beşdarî bernameyê bûne re, ji dê û bavên ku hatine li vê derê û ji xoceyên ku xebatên wan di vê bernameyê de derbas bûne re razî be.”

Piştî axavtinê îlahî, şiîr hatin xwendin. Şanoyeke qala ehemmîyeta nimêjê dike hat leyîstin û zarokên ku hînê nimêjê bûn 2 rekaet nimêja şikrê kirin û ji wan re belgeyên wan hatin dayîn.

Bername jî bi duayê dawî bû. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

El Cezîre: Ji cîhazên ku li Libnanê teqîyan re ji berê ve teqemenî hatin bicîhkirin
Li 44 bajaran operasyona Narqoçelîk-39 hat lidarxistin: 293 binçavî h
zîhnîyeta derbekar lenet dikim
Li Rihayê bi xebatên HUDA PARê malbatên neyar li hev hatin
HUDA PAR: Sedema polîtîkayên ku bi îftîrayan li dijî partîya me têne kirin sekina me ya li hember wehşetîya sîyonîstan e!