Li Êlihê di nav garisan de cesedê zilamekî hat dîtin

Li Êlihê, di nav erda garis a ku di navbera Parq Karabag û balafirgeha leşkerî de ye de, ceseda zilamekî yê ku bi kêran hatîye kuştin hat dîtin.

Li ser îxbara ku di nav erda garis de cesedê zilamekî heye, ji herêmê re ekîbên polês, cenderme û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Di lêgerîna ku bi dronê hat kirin de hat dîtin ku mirovekî li erdê ye.

Di nihêrtîna ekîbên tenduristîyê de, hat îfadekirin ku zilam canê xwe ji dest daye.

Di tespîta ewil a ku li nasnameya wî hat nihêrtin de, hat hînbûn ku navê cesedê Cevat Turkan (56) e.

Turkan ji bona ku sedema mirina wî ya esil bê hînbûn ji merga Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Êlihê re hat şîyandin.

Derheqê bûyerê de tehqîqatekî berfireh hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin
Li peravên Çeneqqeleyê 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin