Li Êlihê ji êtîman re cil û bergên zivistanê hatin belavkirin

Temsîlkarê Êlihê yê Weqfa Êtîman li Êlihê ji 200 êtîman re mon û botan belav kir.

Waqfa Êtîman ku bi alîkarîya ku ji êtîm û sêwîyan re dike ve tê naskirin, li Êlihê ji 200 zarokên êtîman re mont û botan belav kir.

Zarokên ku di çarçoveya poşandina zarokan de çûn dikanekî, bi tevî malbatên xwe ji xwe re mont û botan ecibandin.

Temsîlkarê Êlihê yê Weqfa Êtîman Musab Îmîr, diyar kir ku bi desteka xêrxwazan ji bona ku zarok necimidin mont û botan belav kirin.

Îmîrê Temsîlkarê Êlihê yê Weqfa Êtîman destnîşan kir ku ew xebatên xwe berdewam dikin, “Bi hatina zivistanê me ji bona ku zarokên me yên êtîm necemidin kampanyaya montek û botekî da destkêkirin. Me bi tevî desteka xêrxwazên xwe li Êlihê ji 200 zarokên êtîm û sêwîyan re alîkarîya mont û botan kir. Xwedê ji xêrxwazên me yên ku destekê dane me re razî be. Em dixwazin ku bila bê zanîn dema ku xêrxwazên me zêde bibin an jî alîkarîyên zêde bidin em ê jî ji êtîm û sêwîyan re zêdetir xwe bighêjînin. Bila alîkarîyên ku dikin biçûk nebînin. Hûn jî dikarin bi xêrekî biçûk ji kêfxweşîya wan zarokan re bibin wesîle.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji teref meteorolojîyê ve hişyariya hewaya serma û baranê hat dayîn
Li Sûrîyeyê pevçûn li nêzî Tel Rifatê dijwar bûn
Li Pakistanê di pevçûna navbera eşîran de hejmara kuştiyan derket 130î
Li Gurcistanê rageşî berdewam e: 107 binçavî
Li Diyarbekira Bajarê Sehabeyan bernameya Seîd bîn Zeyd hat lidarxistin