Li Êlihê kesên mihtac tên kêfxweşkirin

Karwana Hêvîyê ya Êlihê ku di navbera xêrxwaz û mihtacan de wezîfeya pirê dibîne, ji sedan malbatan re goştê sor belav kir û wan kêfxweş kir.

Karwana Hêvîyê ya Êlihê, li bajêr xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne. Karwana Hêvîyê yê ku ji roja yekem a ‘Îda Qurbanê heta îro alîkarîyên xwe didomîne, ji 600î zêdetir malbatên mihtac û êtîm re goştê sor belav kir.

Îsmet Okmenê dildarê Karwanê Hêvîyê yê Êlihê derheqê alîkarîyên ku kirin de daxuyanî da û di daxuyanîya xwe de got ku ew kêfxweşkirina malbatên êtîm û mihtac didomînin.

Okmen, di daxuyanîya xwe de bal kişand ku ew bi tevî dildarên xwe di kuçeyên Êlihê de fealîyetên alîkarîyê kirine, “Em ji sedan malbatên xwe yên ku gazîyê avahîya komeleyê kirin re jî alîkarîya goşt kir. Me bi tonan goştên ku bi wekaletê an jî bi navbeynkarîyan gihîştine me belavê malbatên xwe kir. Em di vê xebata xwe de cardin jî şahid bûn eger ku dewlemendan bixwazin di rûyê mihtacan de kêf çêdibe. Em ji hemû kesan re ji bona ji zêdetir êtîm û mihtacan re bibin hêvî bang dikin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Edeneyê bi kêrê êrîş hat lidarxistin: 1 mirî
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 211yan
Mudûrê Nexweşxaneya Kemal Edwanê di êrîşa îşxalê de birîndar bû
Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye