Qeza, li nêzê navçeya Qubîna Êlihê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin qamyoneta bi plaqeya 56 BC 275, ji ber ku şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda kir qelibî.
Di encama qezayê de şoforê qamyonetê ku navê wî nehat hînbûn birîndar bû. Şofêrê birîndar ji teref mirovên derdorê ve bi wesayîtên xwe ji nexweşxaneyê re hat birin.
Hat hînbûn ku rewşa şofêr baş e.
Ji bona ku amûrên li rê bela bûne bê komkirin ekîb hatin sewqkirin.
(ÎLKHA)