Li Êlihê welatîyek personelê DEDAŞê rehîn girt

Hat îddakirin ku li Êlihê dikandareke ku tê de xalî tê şûştin ji ber sedema ku heqê fatora wê zêde tê ekîba xwendina seetên ceryanê bi çek rehîn girt.

Bûyer, di dikanekî şûştina xalîyan a li ser Ceddeya Reyhana Taxa Çamlitepeyê de pêk hat.

Li gorî îddîayan di navbera xwediyê dikana xalî şûştinê Necatî K.yê ku li binê Mizgefta Çamlîtepeyê ye û ekîba xwendina seetên ceryanê de ji ber nivîsandina fatûreya bilind nîqaş derket. Xwediyê dikanê ku li dijî fatûreya bilind derket, ekîba DEDAŞê bi çekê rehîn girt.

Li ser xeberdayînê ji cihê bûyerê re gelek ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Li cihê ku Odeya Esnaf û Dikandarên Êlihê, Mehmet Siddik Çîftçî û rayedarên DEDAŞê amade bûn, polîs û rayedaran hewl dan Necat K. îqna bikin.

Di encama xebateke demdirêj a îqnakirinê de xwediyê xalîşûştinê personelên DEDAŞê yên ku dîl girtibûn serbest berdan.

Necat K., ji teref polêsan ve hat birin Mudirtîya Ewlehîyê.

Birîndar tineye

Mudirê Ewlehîya Bajêr yê Êlihê Koroglu Kiraç derheqê bûyerê de daxuyand, di encama bûyerê de ti kes zerarê nedîtin.

Kiraç weha got, “Dikanekî welatîyê me hebûye. Di xebatê de bi DEDAŞê re pirsgirêka wan hebû. Welatiyê me yê ku ev pirs kir, bi dîl girtinê peywirdarê me yê DEDAŞê çalakiyek li dar xist. Niha ti pirsgirêk nîne. Em bi DEDAŞê re di nava têkiliyê de ne. Em bi welatiyên xwe re axivîn. Kêşe hat çareserkirin. Niha rehîn nînin. Ew jî teslîm bû. Birîndarên me tineye.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 211yan
Mudûrê Nexweşxaneya Kemal Edwanê di êrîşa îşxalê de birîndar bû
Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an