Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîtekî li alîyê Kayaşa ser rêya Enqere-Semsûnê li refûjê qelibî.
T.D. û A.E.yên ku di nav wesayîtê de bûn, ji bona ku wesayîtê kontrol bikin ji wesayîtên xwe derketin û di wê demê de wesayîtekî dinê li wan qelibî.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, polês û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.
Di encama qezayê de T.D. û A.E. canê xwe ji dest dan.
Polês, derheqê qezayê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)