Li Entabê qeza: 16 mirî, 22 birîndar

Di qezaya ku di rêya navbera Nîzîp û Entabê de pêk hat de heta niha 16 kes canê xwe ji dest dan û 22 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin erebeyek qeza kir û ji bona wê erebeyê jî ambûlans û îtfaîye hatin sewqkirin û wan ambûlans û îtfaîye jî li ser rê disekinîyan û otobûseke aîdê fîrmayeke bi taybet ya Dîyarbekirê û erebeya weşana zindî ya Ajansa Xebera Îhlasê di paş de li ambûlans û îtfaîyeyê qelibîn.

Di encama qezayê de bi tevî 2 karkerên ÎHAyê û bi tevî rêwîyan 16 kes canê xwe ji dest dan û 22 kes jî birîndar bûn.

Piştî qezayê ji cihê bûyerê re gelek ambûlans hatin sewqkirin. Hat ragihandin ku kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan.

Dawut Gulê Walîyê Entabê, derheqê qezayê agahîyan da û weha got, “Li gor tespîtên ewil, di qezaya ku otobus, ekîba xilaskirinê û ambulansê da li ser 20emîn kîlometreya rêya TAG a navbera Entab û Nîzîpê; 3 jê îtfaiye, 2 xebatkarên tenduristiyê, 2 rojnameger bi giştî 16 welatiyên me rehmet kirin û 22 welatiyên me jî birîndar bûn. serê miletê me sax be.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Edeneyê bi kêrê êrîş hat lidarxistin: 1 mirî
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 211yan
Mudûrê Nexweşxaneya Kemal Edwanê di êrîşa îşxalê de birîndar bû
Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye