Li Entabê Weqfa Evîndarên Pêxember bo qûrsên quranê bang kir

Piştî xwendekar ketin tatîla havînê qûrsên Quranê jî destpêkir. Zarok bi hînbûna Qurana Pîroz re gelek agahî û malûmatên îslamî jî hîn dibin. Zarokan kêfxweşıyên xwe anîn ziman.

Qûrsên Quranê yên havînê bi coşeka mezin dewam dike.

Xwendekarên ku diçin qursên Quranê him Qurana Kerîm hîn dibin û him jî agahî û malûmatên dînî hîn dibin.

Xwendekarên ku beşdarî qursên Quranê yên havînê ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember bo wê bang hatibû kirin bûn, hîs û ramanên xwe parve kirin û weha gotin:

“Em gellekî kêfxweş in. Em li vir gelek tiştan hîn dibin. Xweda ji temamî mamosteyên me razîbe. Emê înşallah vê havînê tije tije derbas bikin.”

Li Rihayê jî qursên Quranê bi coşeka mezin dewam dike. Gellek zarok beşdarî qursên Quranê dibin.

Melayê camiyê Omer Ozaydin îfade kir, îsal zarok maşallah gellekî zêde tên qursên Quranê. Em gellekî kêfxweş in. Li vir zarok gelek tişt hîn dibin. Em jî hewleke mezin didin ku faydeyên gellekî mezin derbikevin holê. Encameke baş ya dinya û axretê ji vê xebatê bê derxistin. Hêviya me eve.

Zarokan ku kêfxweşiyên xwe anîn ziman, gotin ku em gellekî kêfxweş in. Xweda ji temamî mamosteyên me razîbe. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin
Li peravên Çeneqqeleyê 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin