Li Erziromê serwîs qeza kir: 1 mirî, 16 birîndar

Li navçeya Oltîya Erziromê serwîsa ku karkerên febrîqeyê di nav de bûn ji kontrola şofêr derket û li zinaran qelibî. Di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da, 16 kes jî birîndar bûn.

Li Erziromê serwîs qeza kir: 1 mirî, 16 birîndar

Hat îfadekirin ku bûyer, li nêzê Başbaglarê pêk hat. Serwîsa bi plaqeya 41 ASH 335 ku navê şofêrê wî nehat hînbûn, ji bin kontrola şofêr derket ket û nav qenala avê, dûre jî li zinaran qelibî.

Piştî qezayê xeber hat şandin û ji herêmê re ekîbên tenduristî, polês û cenderme hatin sewqkirin. Li gorî agahîyan di qezayê de mirovekî canê xwe ji dest da, û 16 kes jî birîndar bûn.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri