Qeza li 7emîn kîlometreya rêya Înonû-Bozüyükê ya navçeya Înonuyê pêk hat.
Otobusa ku şofêrê wê Z.B bû ji ber windakirina kontrola dîreksiyonê ji rê derket û qeza kir.
Di qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 31 kes jî birîndar bûn.
Birîndar hatin rakirin nexweşxaneyên Eskîşehîr û Bozüyükê.
Hat hînbûn kesên di otobusê de karkerên fabrîqayekê ne. (ÎLKHA)