Di encama êrîşên ku hatin lidarxistin de 11 kes canê xwe ji dest dan û 40 kes jî birîndar bûn.
Derbarê mijarê de ji teref Korgeneral Corketo Vînluanê ku di Fermandarîya Mîndanaoya Rojava de wezîfedar e ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; ji 2 êrîşên ku hatin kirin yek jê êrîşa xwekujîyê bû û ji ber teqînê 11 kes canê xwe ji dest dan ku ji van herî kêm 5 leşker in û 18 jê leşker û 22 sîwîl tevde 40 kes jî birîndar bûn.
Yarbay Ronaldo Mateoyê Berdevkê Tumena Pîyadeya 11emîn a Artêşa Sulu jî destnîşan kir êrîşa duyemîn ji teref pîrekekê ve hat lidarxistin û dibe ku êrîş ji teref koma Ebu Sayyaf ve hatibin lidarxistin.
ÎLKHA