Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha li welêt bi 204 hezar û 659 kesan re vîrus hatiye tespîtkirin.
Derbarê mijarê de ji teref Midûrê Giştî yê Wezareta Tenduristîyê yê Fransayê Jerome Salomon ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, di 24 seatên dawî de li Fransayê ji ber Coronavîrusê 330 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 25 hezar û 531 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha li Fransayê 52 hezar û 736 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn.