Li Fransayê ji ber Coronavîrusê heta niha 25 hezar û 809 kes mirin

Di 24 seatên dawî de li Fransayê ji ber Coronavîrusê 278 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 25 hezar û 809kesî.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha li welêt bi 174 hezar û 191  kesan re vîrus hatiye tespîtkirin.

Derbarê mijarê de ji teref  Midûrê Giştî yê Wezareta Tenduristîyê yê Fransayê Jerome Salomon ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, di 24 seatên dawî de li Fransayê ji ber Coronavîrusê 278 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 25  hezar û 890 kesî.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha li Fransayê 53 hezar û  972 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Parlamenter Ramanli, ji daxuyanîya Sonuka DEMî ya ku malbatê hedef girtibû re bertek nîşan da
Qerejdax bi berfê spî bû
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 282yan
Li Bûrsayê mînîbûsa karkeran qeza kir: 8 birîndar
Li Koreya Başûr di 100 salên dawî de berfa herî zêde barîya