Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha li welêt bi 178 hezar û 225 kesan re vîrus hatiye tespîtkirin.
Derbarê mijarê de ji teref Midûrê Giştî yê Wezareta Tenduristîyê yê Fransayê Jerome Salomon ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, di 24 seatên dawî de li Fransayê ji ber Coronavîrusê 348 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 26 hezar û 991 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha li Fransayê 57 hezar û 785 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn.