Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha li welêt bi 178 hezar û 870 kesan re vîrus hatiye tespîtkirin.
Derbarê mijarê de ji teref Midûrê Giştî yê Wezareta Tenduristîyê yê Fransayê Jerome Salomon ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, di 24 seatên dawî de li Fransayê ji ber Coronavîrusê 351 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 27 hezar û 425 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha li Fransayê 59 hezar û 605 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn.
ÎLKHA