Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha li welêt bi 188 hezar û 625 kesan re vîrus hatiye tespîtkirin.
Derbarê mijarê de ji teref Midûrê Giştî yê Wezareta Tenduristîyê yê Fransayê Jerome Salomon ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, di 24 seatên dawî de li Fransayê ji ber Coronavîrusê 57 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 28 hezar û 771 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha li Fransayê 68 hezar û 628 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn.