Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha li welêt bi 1189 hezar û 220 kesan re vîrus hatiye tespîtkirin.
Derbarê mijarê de ji teref Midûrê Giştî yê Wezareta Tenduristîyê yê Fransayê Jerome Salomon ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, di 24 seatên dawî de li Fransayê ji ber Coronavîrusê 31 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 28 hezar û 833 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha li Fransayê 68 hezar 440 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn.