Li Gevera Colemêrgê 92 kîlogram metamfetamîn hat bidestxistin

Li navçeya Gevera Colemêrgê di nav wesayîtekî de lêgerîn hat kirin û di encama lêgerînê de 92 kîlo metamfetamîn hat bidestxistin, şofêrê wesayîtê jî hat binçavkirin.

Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Colemêrgê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Ji teref wezîfedarên Midurtîya Ewlehî ya Bajarê Colemêrgê ve ji bona ku îmalkirin û bazirganîya tiryakê bê astengkirin xebat hat kirin; li bajaroka Geverê; bi îzna serdozgerîyê di nav wesayîtekî de lêgerîn hat kirin. Di encama lêgerînê de; 92 kîlo metamfetamîn di bin wesayîtê de hatin bidestxistin. Dest hat danîn li ser metamfetamînê, şofêrê ku hatibû binçavkirin jî hat girtin.” (ÎLKHA)


İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

HUDA PAR: Ji bo konserên sersalê berdêlên astronomîk tên dayîn û ev wijdanan diêşîne
Li Balikesîrê di kargehekê de teqîn: 12 kes mirin
UNRWA: Li Xezzeyê hemû qaîdeyên şer hatin şikandin
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 45 hezar û 317an
HUDA PARê derheqê Roja Zarokên Şehîdên Cîhanê ya 23ê Kanûnê de peyamek weşand