Di encama teqînên ku li barega leşkerî pêk hatin de heta niha 20 kes canê xwe ji dest dan û nêzî 500 kesî jî birîndar bûn.
Teodoro Obiang Nguemayê Serokomarê Gîneyê Ekvator derbarê mijarê de destnîşan kir, teqîn ji ber depoya dînamît û muhîmatê pêk hatiye.
Kesên ku di teqînê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê. Tê tirsîn ku hejmara mirîyan zêdetir bibe.