Li giştîyê welat tê texmînkirin ku baran û firtûne hebe

Serokatîya Bireveberîya Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD), daxuyand ku ji bo 41 bajaran bi rengê porteqalê, ji bo 31 bajaran bi rengê zer hişyarîya meteorolojîkî tê kirin.

Li gorî nirxandina dawîn yê ku ji teref Midûrtîya Giştî yê Meteorolojîyê ve hatîye bidestxistin ji bo 41 bajaran wek, Edene, Semsûr, Efyon, Entelya, Êlih, Baybûrt, Bîlecîk, Çewlig, Bolû, Bûrdûr, Bûrsa, Denîzlî, Dîyarbekir, Dûzce, Xarpêt, Erzîncan, Erzirom, Gîresûn, Gûmûşxane, Colemêrg, Isparta, Mereş, Stenbol, Karabûk, Karaman, Qeyserî, Kirklareli, Kocaelî, Qonye, Nîgde, Rîze, Sakarya, Sêwas, Tekîrdag, Trabzon, Dêrsim, Riha, Şirnex, Yalova û Zongûldaxê hişyarîya meteorolojîkî a bi rengê porteqalê hat kirin.

Ji bo 31 bajarên wek Aksaray, Enqere, Artvîn, Aydin, Balikesîr, Bartin, Bêdlîs, Çeneqqele, Çankiri, Çorûm, Edîrne, Eskişehir, Entab, Xetay, Îzmîr, Kastamonu, Kirikkale, Kirşehir, Kilîs, Kûtehya, Meletî, Mugla, Meletî, Nevşehir, Ordu, Kinikan, Sêrt, Uşak û Yozgatê jî hişyarîya meteorolojîkî a bi rengê zer hat kirin.

Li gorî agahîyên ku ji Midûrtîya Giştî yê Meteorolojîyê hatîye bidestxistin ji bo hinek bajaran jî tê texmînkirin ku berf bibare.

Bajarên ku tê texmînkirin berf bibare: Bîlecîk, Bêdlîs, Erzirom, Gûmûşxane, Ordu, Sakarya, Trabzon, Bartin, Karabûk, Çewlig, Bolû, Bûrsa, Erzincan, Gîresûn, Colemêrg, Kocaelî, Mûş, Rize, Dêrsim, Zonguldax, Baybûrt, Şirnex, Yalova, Dûzce. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Serokê Şaredarîya DEMê û 5 endamên Meclîsê hatin binçavkirin
Li Arakanê artêş qetlîamekî nû kir
Li Emrîkayê ji ber şewata daristanan rewşa awarte hat îlankirin
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 46 hezar û 6an
Li Hetayê di mezinahîya 4an de erdhej