Li gorî encamên nefermî, di hilbijartinên Kurdistana Başûr de herî zêde PDKê rey girtîye

Hilbijartina şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê bi dawî bû. Li gorî encamên nefermî PDKê bi rêjeya ji sedî 45 dengan herî zêde kursî bi dest xistiye.

Li çar parêzgehan (Hewlêr-Silêmanî-Dihok-Helebçe) 2 milyon û 683 hezar û 618 kes mafê dengdanê hebû, 173 navendên tomarkirina giştî ya dengderan hene ku sê navendên taybetmendiyê ji bo kesayetiyan hene.

Silêmanî 38 kursî, Hewlêr 34 kursî, Dihok 25 kursî û Helebçe 3 kursî 139 hevpeymanî, lîste û namzed beşdarî hilbijartinan bûn.

Dengdan doh saet di 18:00 de bi dawî bû. Li gor encamên ne fermî PDKê 40 kursî, YNKê 23 kursî, Nifşa Nû 16 kursî, Yekgirtû 7 kursî, Komel 3 kursî, Helwêst 3 kursî, Cebheya Gel 2 kursî û Goran 1 kursî bidest xistine.

Ji bo pêkhateyan jî 5 kursî hatine veqetandin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rejîma sîyonîst bataryayên berevanîya mûşekî ya THAAD a Emerîkayê bi cih kir
Serokê FETO Fetullah Gulen mir
Wesayît û qamyon li hev qelibîn: 5 mirî
Sîyonîstan Mizgefta Harem-î Îbrahîm careke din girtin
Encamnameya Komxebata Nimêjê hat eşkerekirin