Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber lehîyê li Kastanmonuyê bendava HESê teqîya. Ji ber teqîna HESê gelek wesayît di ber avê re çûn û gelek kolan û mal di bin avê de man.
Tê diyarkirin li wan bajarên din jî gelek mal û kargeh di bin avê de man û zirareke mezin dîtin.