Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi 102 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 6 kes ji ber vîrusê mirın. Bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku mirin derket 3397 kesan; her wisa bi pêketina 102 kesan hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 103 hezaran.