Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi 636 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 6 kes ji ber vîrusê mirin. Bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku mirin derket 4137 kesan; her wisa bi pêketina 636 kesan hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 159 hezar kesan.