Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi 236 kesên din re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 8 kes ji ber vîrusê mirin. Bi van hejmarên dawî hejmara kesên ku mirin derket 3203 kesan; her wisa bi pêketina 236 kesan hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 97 hezaran.