Li Herêma Kurdistanê di 24 seatên dawî de 9 kesên din ji ber Coronavîrusê can dan

Di 24 seatên dawî de li Herêma Kurdistanê 9 kesên din ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 464 kesî.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, di 24 seatên dawî de 1979 test hatin kirin û di encama testan de bi 222 kesî vîrus hat tespîtkirin.

Li Herêma Kurdistanê heta niha 12 hezar û 38 kes bi vîrusê ketin, 464 kes can dan û 6 hezar û 595 kesên ku bi vîrusê ketin baş bûn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bitlis'te 4,3 büyüklüğünde deprem
Hevserokê Şaredarîya Peyasê ya Dîyarbekirê hat binçavkirin
Li Dîyarbekirê berfa ewil a demsalê barîya
Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu li Qonyayê bi mixtar û parêzêran re hat cem hev
Li 18 bajaran li dijî DAÎŞê operasyon hat lidarxistin: 54 binçavî