Li Herêma Kurdistanê di 24 seatên dawî de 9 kesên din jî ji ber Coronavîrusê mirin

Hat ragihandin li Herêma Kurdistanê di 24 seatên dawî de 9 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û bi 240 kesên din re jî vîrus hat tespîtkirin.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; li Herêma Kurdistanê di 24 seatên dawî de 9 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û di encama 1886 testên ku hatin kirin de bi 240 kesên din re jî vîrus hat tespîtkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin 88 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn û hejmara kesên başbûyî derket 1855 kesî.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Parlamenter Ramanli, ji daxuyanîya Sonuka DEMî ya ku malbatê hedef girtibû re bertek nîşan da
Qerejdax bi berfê spî bû
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 282yan
Li Bûrsayê mînîbûsa karkeran qeza kir: 8 birîndar
Li Koreya Başûr di 100 salên dawî de berfa herî zêde barîya