Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi 97 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de kesek ji ber vîrusê mir. Bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku mirin derket 3391 kesan; her wisa bi pêketina 97 kesan hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 103 hezaran.