Şewat, di nav xanîya prefabrîkî ya ku li Taxa Sutaşiyayê de ye pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di nav mala prefabrîkî ya ku Zeynep H. û 3 zarokên wê di nav de dijîyan de şewateke ku hêj sedema wê nayê zanîn pêk hat. Zeynep H. Bi tevî qîza xwe ya 1 salî di nav xanî de derket lê 2 zarokên wê yên dinê di nav agir de man.
Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî û îtfaîye hatin sewqkirin. Şewata ku derket bi midexeleya ekîbên îtfaîyeyê hat tefandin.
Hat diyarkirin ku di encama şewatê de Îsacanê 4 salî û birê wî Doganê yek salî canê xwe ji dest dan.
Ji teref ekîban ve hat îfadekirin ku şewat ji ber qabloyên ceryanê derketîye.
Derheqê şewatê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)