Li Hewlêrê di malekê de 1500 damençeyên bêrûxsat hat bidestxistin

Hat ragihandin di Hewlêrê di encama operasyona ku li malekê hat kirin de 1500 damençeyên bêrûxsat hat bidestxistin.

Derbarê mijarê de ji teref Asayîşa Hewlêrê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama xebatên ku 2 roj berdewam kirin de li Taxa Nwêya Hewlêrê operasyonek hat kirin û di ser malekê de hat girtin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di encama operasyona ku hat lidarxistin de di malê de 1500 damençeyên bêrûxsat û gelek berik hatin bidestxistin û her wisa 2 kesên ku têkilîya wan bi bûyerê re hebûn hatin binçavkrin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bitlis'te 4,3 büyüklüğünde deprem
Hevserokê Şaredarîya Peyasê ya Dîyarbekirê hat binçavkirin
Li Dîyarbekirê berfa ewil a demsalê barîya
Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu li Qonyayê bi mixtar û parêzêran re hat cem hev
Li 18 bajaran li dijî DAÎŞê operasyon hat lidarxistin: 54 binçavî