Li Hîndistanê di nav du hefteyan de ji 40î zêdetir mirov ji brûskê mirin

Li wîlayeta Bîhara rojhilata Hîndistanê herî kêm çar kesên dinê jî ji ber brûskê canê xwe ji dest dan.

Şilîyên dijwar, ba û brûskên ku di nav 24 seatên dawîn de li gelek wîlayetan tesîrdar in heft navçeyên dinê jî kir bin tesîra xwe.

Di daxuyanîya ku ji teref Ofîsa Serokwezîrtîyê ve hatîye belavkirin de weha hat gotin, “Di nav 24 seatên dawîn de ji ber brûskê li Sîwanê du, li navçeyên Supaul û Rohtasê jî herêka yek mirov mirin.”

Hat destnîşankirin ku piranîya mirinan ji ber ku însanan di nav erd de dixebitin û xwe di bin daran de dispêrên pêk hatine.

Serokwezîrê Wîlayeta Bîharê Nitish Kumar daxuyand ku ew ê ji malbatên mexdûr re alîkarîya meddî bê kirin.

Roja Duşemê jî brûsk li erdê ketibû û di encama wê de jî 12 kesan canê xwe ji dest dabûn.

Di nav du hefteyên dawîn de li wîlayeta Bîharê tê texmînkirin ku ji 40î zêdetir mirov ji ber brûskê canê xwe dest dane. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Xarpêtê qeza: 5 birîndar
Li Mêrdînê qeza pêk hat: 1 birîndar
Li Rûsyayê çarik li hinek dibistanan hat qedexekirin
Çapemenîya îşxalê: Netenyahu, ditirse ku bi ÎHAyan êrîşê Meclîsê bê kirin
Ensarullah: Me li Behra Sor û Ummanê 3 keştîyan hedef girt