Li Hindistanê di xwepêşanên ku berdewam dikin de 25 kes canê xwe ji dest dan

Li Hindistanê di xwepêşanên ku ji bo protestoya qanûna ku pê dijberîya Mislimanan tê kirin de 25 kes canê xwe ji dest dan.

Li Hindistanê  pêşnûmayeke qanûnê ya nû ji bo welatîyan hat amadekirin û di vê pêşnûmayê de ji bo wan  kesên ku endamên 6 bawerîyên cûda ne rêya welatîbûnê hat vekirin; lê belê ev yek ji bo Mislimanan nederbasdar e. Li gorî pêşnûmayê ew ê Misliman ji Hindistanê bên dersînorkirin.Birêveberîya Hindistanê ya ku xwedî helwesta faşîst û totalîter e, berî niha teşebûs kir ku nêzî 2 milyon Mislimanan ji lîsteya Sîcîla Welatîyê ya Navneteweyî derîne. Heman Hindistan piştî vê xalê gaveke ku pê bingeha demografîk a Keşmîrê hat guhartin avêt û statuya taybet a Keşmîrê rakir.  Bi vê gava ku hat avêtin tê xwestin ku  Misliman bên dersînorkirin û komên dînî yên din jî bên parastin.

Ji ber vê pêşnûmaya qanûnê ya ku hat amadekirin ji 9ê Kanûnê vir ve xwepêşan tên lidarxistin. Di xwepêşanên ku du rojên dawî de li tevahîya Hindistanê hatin lidarxistin de tevde 25 kes canê xwe ji dest dan.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji Karûbarên Hiqûqê yên HUDA PARê bertek nîşanî îadekirina Ozbekiyên ku rahîbên sîyonîst kuştin bo Îmaratê
Li Mereşê di mezinahîya 4,1an de erdhejek çêbû
Wesayît gêrê şerempolê bû: Mirîyek, 2 birîndar
HUDA PAR: Kengî meseleya Kurdan were rojevê PKKê nehiştîyê ku ev mesele bê axavtin
Parlamenter Ramanli, ji daxuyanîya Sonuka DEMî ya ku malbatê hedef girtibû re bertek nîşan da