Li Hîndistanê traktor ket nav çem: 8 jê zarok 15 mirî

Li Hîndistanê traktorek ket nav çem, di encama qezayê de 8 jê zarok, 7 jê pîrek tev de 15 kes canê xwe ji dest dan.

Li gorî agahîyên ku ji çavkanîyên herêmî hatine bidestxistin, li wîlayeta Utaş Pradeşê şofêrekî traktorê hakimîyet dîreksîyonê winda kirîye û trektor ketîye nav çem.

Hat diyarkirin ku traktor di nav çem de ser dev qulipîye û ketîye nav çemûrê, di encama bûyerê de 8 jê zarok, 7 jê pîrek tev de 15 kes canê xwe ji dest dan. Hat îfadekirin hinekên wan jî winda ne.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî, lêgerîn û xelaskirinê hatin sewqkirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 45 hezar û 936an
Karwana Hêvîyê ya li Mêrdînê goştê sor belav kir
20 xwendekar bi sivikî birîndar bûn
UNRWA: Nexweşxaneyên li Xezzeyê li ber mirinê ne
Parlamenterê HUDA PARê Demîr, li Stenbolê beşdarî fûara xalîyan bû