Li Hîndistanê trên qeza kir: 11 mirî, 5 birîndar

Li Hîndistanê trêna rêwîyan ji ber ku frêna wî ya rewşa acîlî hatîye kişandin, însanên di nav trênê de tirsîyan û xwe ji trênê avêtin. Wan însanên ku xwe ji trênê avêtin ketin binê trêna ku ji alîyê dinê ve dihat.

Li Hîndistanê trên qeza kir: 11 mirî, 5 birîndar

Hat îfadekirin bûyer li nêzê Îstasyona Trêna Parandaya herêma Jalgaona wîlayeta Maharashtrayê pêk hat.

Di encama qezaya ku pêk hat de 11 kesan canê xwe ji dest dan, 5 kes jî birîndar bûn.

Rayedaran, daxuyand ku gotina ku frêna rewşa acîl a Ekspresa Pushpakê hatîye kişandin di nav rêwîyan de bûye sedema tir û panîkê.

Hinek rêwî xwestine ku xwe ji trênê bavêjin lê dema ku xwe avêtine ketine binê trêna dinê.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri