Di encama êrîşa ku hat kirin de gelek kes wefat kirin. Derbarê mijarê de ji teref Parastina Sîwîl ve li ser medyaya civakî ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di encama êrîşa ku li Îdlîbê ji teref rejîma Sûrîyeyê ve bi bombeyên mîsketê hat kirin de 7 kesan canê xwe ji dest dan û 75 kes jî birîndar bûn.
Hat hînbûn di nav kesên ku wefat kirin de 2 zarok û 6 pîrek jî hene.(ÎLKHA)