Li Îranê 24 seatên dawî de 79 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 79 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 58 hezar û 189 kesan.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 58 hezar û 189 kesan û bi pêketina 6 hezar û 820  kesî din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser milyonek û 438 hezaran.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 79 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 58 hezar û 189 kesan û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin derket li ser milyonek û 438 hezaran.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Stenbolê ji çayxanekî re bi bombeyê êrîş hat lidarxistin
Li Sûdanê ji ber şoba Kolerayê 1316 kes canê xwe ji dest dan
Karwanê Hêvîyê li Êlihê ji mihtacan re goştê sor û zexîre belav kir
Li Emrîkayê êrîşa çekdarî û biwesayîtî: 15 mirî, 30 birîndar
Li Silêmanî sazîyên ku nêzê PKKê ne hatin girtin