Li gorî ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 98 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 56 hezar û 360 kesî.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 56 hezar û 360 kesî û bi pêketina 6 hezar û 408 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser milyonek û 299 hezaran.
Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir
Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 98 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 56 hezar û 360 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tesptîtkirin derket li ser milyonek û 299 hezaran.”