Li Îranê di 24 seatên dawî de 142 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 142 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 12 hezar û 447 kesî.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 12 hezar û 447an û bi pêketina 2 hezar û 262 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 252 hezar û 720 kesî.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 142 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 12 hezar û 447 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  252 hezar û 720 kesî.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qerejdax bi berfê spî bû
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 282yan
Li Bûrsayê mînîbûsa karkeran qeza kir: 8 birîndar
Li Koreya Başûr di 100 salên dawî de berfa herî zêde barîya
Li 4 bajaran ji perwerdehîyê re navber hat dayîn