Li Îranê ji ber Coronavîrusê hejmara mirîyan derket 2 hezar û 898an

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 141 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 2898kesan.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 2898an û hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 44 hezaran.

Serokê Navenda Agahdarîkirinê ya Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Kîyanuş Cîhanpur li Tahranê di civîna ku tertîp kir de daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Cîhanpur di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de  141 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 2898an û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket 44  hezar û 606 kesan.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji Karûbarên Hiqûqê yên HUDA PARê bertek nîşanî îadekirina Ozbekiyên ku rahîbên sîyonîst kuştin bo Îmaratê
Li Mereşê di mezinahîya 4,1an de erdhejek çêbû
Wesayît gêrê şerempolê bû: Mirîyek, 2 birîndar
HUDA PAR: Kengî meseleya Kurdan were rojevê PKKê nehiştîyê ku ev mesele bê axavtin
Parlamenter Ramanli, ji daxuyanîya Sonuka DEMî ya ku malbatê hedef girtibû re bertek nîşan da