Li Îranê ji ber coronavîrusê hejmara mirîyan derket 611an

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 97 kesên din jî ji ber corona vîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 611 kesan.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 611an û hejmara kesên ku bi coronavîrusê ketin derket 12 hezar û 729 kesan.

Serokê Navenda Agahdarîkirinê ya Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Kîyanuş Cîhanpur li Tahranê di civîna ku tertîp kir de daneyên dawî yên derheqê coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Cîhanpur di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de  97 kesên din jî  ji ber corona vîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 611an û hejmara kesên ku bi wan re bi coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  12 hezar û 729 kesan.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Libnanê hejmarê mirîyan zêde dibe
Li Sêwasê di mezinahîya 4,7an de erdhejek pêk hat
Li Efyonê otobûsa gerê qulibî: 22 birîndar
Di teqîna tankera sotemenîyê ya li Nîjeryayê de hejmarê mirîyan derket 147 kesan
Li Wanê di navbera du koman de bi dar û keviran şer derket