Derbarê mijarê de ji teref Tora Medyayê ya Ewlehîyê ya ku girêdayê hikûmeta Iraqê ye ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama êrîşa ku li santrala ceyranê hat kirin de 7 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn.
Hêj nayê zanîn êrîş ji teref kî ve hatine kirin.